Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtin bi Rêber Apo re kir.
Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo cara yekê pismamê xwe Alî Ocalan û du zarokên wî dît.
Her wiha Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo ji bo DEM Partiyê gotiye partiya xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk û ev yek jî tê wateya nûkirina her tiştî.
Bi wesîleya Cejna Qurbanê Biraziyê Rêber Apo parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan li gel Alî Ocalan û du biraziyên xwe serdana Rêber Apo kirin.
Omer Ocelan li ser mijara serdana bi Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.
Di destpêkê de Omer Ocalan diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Apo zêdeyî saetekê dewam kir û gelekî baş bû û got ku rewş û moralên Rêber Apo pir baş bû.
Omer Ocalan ragihand ku Rêber Apo cara yekê pismamê wî Alî Ocalan û du zarokên wî dît û got:
“Serok pênûsek diyarî min û zarokan kir.
Serok got ku divê zarok azad bin ku serbixwe bin, ne sînordar bin.
Serok ji zarokan re xwest ku xurt bin.”
Her wiha Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo qala DEM Partî û mîsyona wê kir û got:
“Serok wateyeke cuda dide DEM Partiyê.
Dibêje DEM Partî ne tenê partiyeke Kurdan e, ew partiyeke xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk e.
Qala paradîgmayeke nû dike ku li gorî sedsala duyemîn a Tirkiyê ye.
Paradîgmayeke ku nîşan dide, ji bo derketina ji vê rêya xitimandî guherîn ji bo Kurdan jî ji bo Tirkan jî şert e.
Ev yek jî tê wateya nûbûna her tiştî.
Ji ber ku ev kinc êdî li vê bedenê nayê, estetîkê jî xera dike.”
Di dawiyê de Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêber Apo avakirina komîsyona li meclîsê gelekî girîng û bi wate dibîne û dixwaze bi hemû derdoran re hevdîtinê bike.



