Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo xizmeta gelê herêmê bike di 10’ê Adarê de xebatên Şarderiya Gel a Girzerik da destpêkirin.
Lê ev saziya ku ji bo xizmeta gel hate avakirin niha ji aliyê hêzên polîsên Iraqê ve hatiye dagirkirin.
Di fermana 2014’an de, Girzerik yek ji wan gundan bû ku pêşengî ji berxwedana li dijî DAÎŞ’ê re kir.
Ji ber vê, çeteyên DAÎŞ’ê herî zêde zirar dan Girzerik, piraniya malan wêran kirin.
Piştî salan vegera gel a Girzerik destpê kiriye, Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel û xizmetgûzariyê beriya xebatên Şarderiya Gel a Girzerik da destpêkirin.
Niha jî ev saziya ku ji bo xizmeta gel hate avakirin ji aliyê hêzên polîsên Iraqê ve hatiye dagirkirin û rê nayê dayîn ku ev cih ji bo xizmeta gel were bikaranîn.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, ev hêz bêyî ku ti belge bidin nîşandan, dema karkerên şaredariyê di betlaneyê de bûn, hêza xwe birin wir û bicih kirine.



