Fermandariya Navendî ya Amerîkayê eşker kir ku di êrişek hewayî ya li bakurê rojavayê Sûriyê serkirdeyek çeteyên DAIŞ’ê hat kuştin.
Têkildarî mijarê navenda Fermandariya Navendî ya Amerîkayê “CENTCOM’ê” li ser hesabê xwe yê Mediya Dîcîtal daxuyaniyek da.
CENTCOM’ê ragihand ku di êrşa wan ya di 10’Hizêranê DE li bakurê rojavayê Sûriyê , serkirdeyê DAIŞ’ê yê bi navê Rahîm Bûyîv hatiye kuştin.
CENTCOM’ê destnîşan kir ku ev çete demeke li wê herêmê bi cih bû ye û piştî teqez kirina cihê wî ev êriş pêka hat.
CENTCOM’ê diyar kir ku ev êrişa hewayî, ligel hevkarên li herêmê, beşek ji pabendiya wê ya domdar a li dijî hewldanên “terorîstan” ên plankirin û êrişkirina li dijî sivîl, leşkerên Amerîkayî, hevalbend û şirîkên wê yên li tevahî herêmê û derveyî wê, ye.



