Di saetên ber destê sibê de Îsraîlê li dijî Îranê êrişeke berfireh ya ezmanî da destpêkirin.
Di vê êrişê de gelek navendên nukleerî û leşkerî hatin bombebarankirin.
Hat ragihandin Fermandarê Giştî yê Artêşê Mihemed Bakrî û Fermandarê Supayê Pasdaran yê Îranê Hisên Selamî jî di navê de gelek kes hatine kuştin.
Îsraîlê serê vê sibê di saet 3:30’an de li dijî Îranê êrişeke hewayî ya berfireh da destpêkirin. Hat ragihandin derdora 200 balafirên şer beşdarî operasyonê bûne.
Gelek cih, navendên Nukleerî û avahî hatin bombebarankirin
Îsraîlê navê “Tevgera Kalabî” li vê operasyonê kir. Hate diyar kirin li paytex Tehranê û gelek bajarên din gelek cih, navendên nukleerî û avahî hatine armanc kirin.
200 balafir beşdarî êrişê bûn û li zêdeyî 100 deveran hate xistin
Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku 200 balafirên şer ên Îsraîlê tevlî êrişan bûne û li zêdeyî 100 hedefan hatiye xistin.
Fermandarê giştî yê artêşê û fermandarê Supayê pasdaran hatin kuştin
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand; di êrişan de Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Mihemed Bakirî û Fermandarê û Fermandarê Parêzvanên Şoreşê yê Îranê Husên Selamî hatin kuştin.
Her wiha hat diyar kirin hin zanyarên nukleerî jî mirine.
Netanyahû: Armanca êrişê tunekirina gefa Îranê ya li hember Îsraîlê ye
Serokwezîrê Îranê Benyamîn Netanyahû derbarê operasyonê de daxuyanî da û ragihand armanca êrişê lêxistina binesaziyên nukleerî, kargehên fuzeyên balîstîk û kapasîteya leşkerî ya Îranê ye.
Netanyahû dibêje: “Ji bo tunekirina gefa Îranê ya li hemberî hebûna Îsraîlê, me operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Ev operasyon heta ku vê gefê bi temamî ji holê radike, wê bidome.”
Piştî êrişa li dijî Îranê li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin.



