Piştî kuştina Fermandarê Supay Pasdarên Îranê û Serokerkan, Rêber Bilind ê Îranê Elî Xamnayî kesên nû li şûna wan erkdar kir.
Li gor çapemeniya Îranê, Hebîbellah Siyarî bû Fermandarê Artêşa Îranê û Mihemed Bakbor bû Fermandarê Supay Pasdarên Îranê.
Hêjayî gotinê ye ku Serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî û Fermandarê Spayî Pasdarên Îranê Hesen Selamî li kêleka gelek berpirsên din di êrişên Israîlê de hatin kuştin.



