Serok komarê Îranê Dr. Mesûd Pezeşkiyan têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyaniyeke fermî da û got: “Li dijî vê sûîqesta rejîma dagirker ew ê bersiveke xurt û dijwar bidin.”
Pezeşkiyan, got: “Gelê Îranê û rayedarên welêt, wê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Bersiva rewa û xurt a Komara Îslamê ya Îranê wê dijmin ji vê êrişa ehmeq poşman bike.
Ew ê bersiveke aqilane, xurt û tund ji vê rejîma dagirker re bê dayin.”
Elî xamineyî: Bila Îsraîl li benda cezayên gira be
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî jî ragihand ku bila Îsraîl li benda cezayên giran be.
Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
Nûnertiya Daîmî ya (NY) ya Îranê êrişên Îsraîlê yên li dijî tesîsên nukleerê û binesaziya sivîl şermezar kir û ji bo civîna lezgîn name ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re şand.
Di nameyê de hate gotin ku êrişa dawî ya Îsraîlê, bi aşkerayî binpêkirina Peymana NY’ê û hiqûqa navneteweyî ye.
Hat xwestin ku Konseya Ewlekariyê û Sekreterê Giştî yê NY’ê gavên bibandor biavêjin, Îsraîl ji êrişan berpirsyar bigirin û civîneke lezgîn lidar bixe.



