Hevdemî van êrişan, alîgirên Îranê gefan li Amerîkayê dixwin.
Ketayîb Seyîd Şuheda hişyarî da ku ger êriş berdewam bikin, dibe ew êrişî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê bikin.
Berdevkê Ketayîb Seyîd Şuheda Kazim Fertûsî têkildarî êrişên Îsraîlê ji Rojnewsê re diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide van êrişan û ev tansyona şer bilind dike.
Li gor wî, Meqawmey Îslamî ya li Iraqê ji nêz ve pêşhatên niha yên li herêmê dişopîne û wê di zûtirîn dem de helwesteke biryardar bigire.
Bi gotina wî, komên Meqawme nikarin li hember sucên Îsraîlê yên ku ji hêla Amerîkayê ve têne piştgirîkirin bêdeng bimînin.”
Berdevkê Ketayîb Seyîd Şuheda destnîşan kir ku ‘ger bombebaran berdewam bike, îhtîmala êrişkirina baregehên Emerîkayê yên li Iraqê heye’.



