Ji ber êrişa li Israîlê, Tirkiye di nava rewşeke awarte de ye.
Serokê MHP’ê Dewleta Bahçelî piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê daxuyanî da û eşkere kir ku hedefa Îsraîlê ya dawî Tirkiye ye.
Serokê Partiya Tevgera Netewe-perest (MHP) Bahçelî bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê da.
Bahçelî êrişa Îsraîlê weke teror bi nav kir û diyar kir ji bo herêmê bike nava alozî û tarîtiyê li pey fersenda ye û dibêje,
“Di nava vê kaos û aloziya li herêmê de hedefa dawiyê ya Îsraîlê Tirkiye ye. Operasyona li dijî Îranê ji aliyekî ve peyameke xirab ya li dijî Tirkiyê ye.
Rawestandina Îranê ji bo ewlekariya me û ji bo aştî û aramiya herêmê berpirsyariyeke dîrokî ye.”
Wezareta derve, mît, artêş û wezareta parastinê ya Tirkiyê li hev civiyan
Li aliyê din piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Parastinê, Serokê MÎT’ê û Fermandarê Giştî yê Artêşê a Tirkiyê civîn lidarxistin.



