Encumena Ewlekariyê ya Navneteweyî dê îro li ser daxwaza Îranê civîneke awarte lidar bixe û derbarê êrişên Îsraîlê li ser navendên nav Îranê gotûbêj bike.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî di nameyekê de ji Encumenê daxwaza civînê kir û got, Îsraîl hemû xetên sor derbas kiriye û divê civaka navdewletî rê nede ku ev tawan bê ceza bimînin.
Iraqçî her wiha got: “Li gor maddeya 51 ya Peymana Netewên Yekbûyî mafê Îran yê cewherî yê xweparastinê heye û dê bi awayekî guncac bersiva van kiryarên tirsonek û neqanûnî bide.“
Li gorî aala 51. mafê takekesî yan komî yê dewletan heye ku li hember her êrişeke çekdarî xwe biparêzin.
Îsraîl îro i êrişên berfereh ser Îranê pêk anî û got ku wê li navendên nukleerî, kargehên mûşekên balîstîk û serkirdeyên leşkerî xistiye û ev destpêka pêvajoyeke dirêj e ji bo rêgirtin li pêşxistina çekên nukleerî yên Tehranê.



