Ji ber nebûna ewlehiyê û ji ber ku sûcdar nayên cezakirin Sûriyê ber bi aloziyê ve diçe.
Roj bi roj bûyerên kuştin û revandin zêde dibe tenê di rojekê de 8 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku di 24 seatan 8 kes li Sûriyê hatine kuştin.
SOHR’ê diyar kir ku li gundewarê Hemayê di encama teqîna mayinekê de zarokeke keçîn jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Qisûr yê bajarê Hemayê jî ciwanek di êrişeke bi kêran de hat kuştin.
Li bajarê Ezazê yê dagirkirî jî kesek bi şaştî bi çeka ku kurê wî pê dilîst jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê jî ciwanek di encama pevçûna di navbera du malbatan de hat kuştin.
Her wiha li Hemayê jî çekdarên nenas meleyê Mizgefta Salihîn, Şêx Mihemed Hac Yûsif (Ebû El Beraa ) kuştin.
Li taxa Beyada ya li Humsê jî du ciwanên ji taîfeya Murşidiye kuştî di avahiyeke kavilkirî de hatin dîtin.
Herî dawî jî li otostrada Heresata ya gundewarê Şamê çekdarên nenas ciwanek kuşt.



