Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) derbarê rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
PJAK’ê banga destpêkirina qonaxek nû ya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” kir.
PJAK’ê ragihand ku li hemberî hemû çewisandin û êrişên kuştinê, di çarçoveya parastina rewa de, parastina gel erkek wane û got:
Ji bo avakirina komên ji bo piştgiriya qurbaniyên şer, komîteyên herêmî ji bo rizgarkirina birîndaran, komîteyên alîkariya darayî, her wiha avakirina rêveberiyên herêmî em dikarin gavên girîng bavêjin.
Em bang li hemû hêz, partî û rêxistinên civaka sivîl, bi taybetî jinên Îran û Rojhilat dikin ku qonaxek nû ya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bidin destpêkirin.
Her wiha em di destpêkirina vê qonaxê de amade ne ku alîkariyê pêşkêş bikin.
Herî dawî PJAK’ê bang li hemû azadîxwaz û endamên partiya xwe kir ku alîkar bin.



