Hikumeta veguhêz a Sûriyê ragihand ku wê komîteya bilind a hilbijartinên Meclisa Gel ava kir.
Ev yek di biryara 66’an a 2025’an ku serokê Hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri îmze kiriye derket.
Ev komîte ji di nav de jin ji serokek û 8 endamam pêk tê.
Ev komîte wê desteyên şaxî ava bike û wê deste beşekê ji endamên Meclisê hilbijêre
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri jî wê beşek ji endamêm meclisê hilbijêre.
Li gorî biryarê wê Meclis ji 150 endamî ku ji hemû parêzgehên Sûriyê bin, pêk were.



