Birêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ragihand ku Bingeha Natnez a hilberîna Uranium bi temamî hatiye rûxandin.
Rafael Grossi di civîna Meclisa Ewlekariyê de got ku Îranê ew agahdar kirine ku du bingehên din hatine armanckirin, ew jî li Stasyona Fordo ya Esfehanê ne.
Li gor wî, ew nizanin ka asta ziyanê li van bingehan çi ye, lê belê bingeha Natnez bi temamî hatiye rûxandin.
Pisporên şer dibêjin ku zehmet e, Israîl karibe bingeha Fordo birûxîne, çimkî ew di nava çiyayan de hatiye çêkirin



