Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê dagirkirî sêcên li dijî xelkê dewma dikin.
Li Efrîn, Ezaz û rêya Dêr Hafirê, 5 ciwan hatin revandin.
Li gorî çavkaniyan, duh hêzên ewlehiya giştî a hikumeta veguhêz a Sûriyê li bajarê Mabata yê Efrînê ciwanê bi navê Xelîl Dado girt,.
Hate diyarkirin ku Xelîl Mistefa Arif Dado ji gundê Hesê Mîrkan bi dagirkirina Efrînê re (2018) koçber bûbû, rojek beriya ku were revandin vegeriyabû gundê xwe.
Her wiha endamên ewlehiya giştî a li ser benda kontrolê ya Şet a li ser rêya Heleb-Efrînê e ciwanê bi navê Ehmed Osman Hemo jî revand
Ehmed Hemo ji gundê Xaltan ê bajarê Cindirêsê yê Efrînê koçberî Helebê bûbû, dema vedigeriya gundê xwe hat revandin û sewqî cihekî nediyar kirin.
Berî niha jî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê jî ragihandibû ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li benda kontrolê ya Dêr Hafirê ya li ser rêya navneteweyî ya Helebê 3 kesên diçûn Helebê revandin.


