Saturday 2026/06/13
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rêber Apo: Ji bo paşeroja Îsraîlê 2 rê hene

June 15, 2025
in KURDISTAN
A A
Aktîvîstên Başûr: Bi azadiya Rêber Ocalan mirovahî azad dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Rêber Apo ji bo paşeroja Îsraîlê 2 rê dan pêşiya wê û got:
Ya destpêkê, bi xeta heyî ji bo dewamkirina hegemonyayê wê timî şer bike û veguhere împaratoriyeke herêmî.
Ya duyemîn jî, xwe ji nava xeleka dijminan rizgar bike û tevlî projeya Yekîtiya Neteweya Demokratîk bibe.
Her wiha Rêber Apo anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî, divê ban û sîwana Yekîtiya Neteweyên Demokratîk bi lez bê avakirin.

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratî de behsa paşeroja Îsarîlê dike û 2 rê dide pêşiya wê.

Rêber Apo diyar kir ku zêhniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta bi Hindistanê ji bo gel û çandên gelekî cihêreng çarçoveya yekparebûnê ya herî baş pêk tîne û got:

Yekîtiyên neteweyî yên demokratîk çi qasî ku ji bo Îranê, divê ewqasî ji bo van cografyayên berfireh pêşî herêmî û bi wê re di zikhev de li nava Rojhilata Navîn bêne pêkanîn.

Têgîn û teoriya neteweya demokratîk ji bo rastiya kakila hegemonîk a dewleta netewe Îsraîlê jî bi roleke heyatî ya çareserker radibe.

Ji bo paşerojê du rê li pêşiya Îsraîlê hene.

Riya yekê, bi xeta xwe ya heyî ji bo hegemonya xwe dewam bike hingê wê timî şer bike û bibe împaratoriyeke herêmî.

Herçiqasî di pêkanîna vê projeyê de gelekî gav hatibin avêtin jî di warê gihiştina wê ya armancê de hê jî kêm e.

Di demên dawiyê de Îran derdikeve pêşiya wê û Îran jî bi heman awayî xwedî hesabên hegemonîk e û ev dike ku di navbera wan de nexweşî û tengezarî çêbibe.

Di navbera wê û Tirkiyê de jî nexweşiyek heye, lê nayê zanîn ka ev çiqasî ciddî ye.

Di vê qonaxê de mirov dibîne ku wê pêvajoyeke bi şer a hegemonya herêmî pêk bê.

Bivênevê ev pirsgirêkên ji ber dewleta netewe derdikevin holê wê mezintir bibin; hesabên hegemonîk ên li beramberî hev bi xwe rê li ber van pirsgirêkan vedikin.

Ji bo Îsraîlê û gelên Cihû riya duyemîn ew e, ji nava çembera dijminan a her tim xurt dibe dikare derkeve, tevlî projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bibe û li ser vî bingehî ji bo gavavêtinê dikare bibe xwedî însiyatîf.

Rêber Apo: Çareserî Neteweya Demokratîk û rêveberiyên konfederal e

Her wiha Rêber Apo da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî ji niha ve divê ban û sîwana Yekîtiya Neteweyên Demokratîk bi lez bê avakirin û wiha anî ziman:

Rojhilata Navîn, bi tenê li bin banê Yekîtiya Neteweyên Demokratîk dikare rola xwe ya gerdûnî ya di dîrokê de gelekî dirêj ajotiye bigire destê xwe û pê rabe.

Netewebûyîna demokratîk a Kurd jî Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn e.

Hingê Şoreşa Kurdistanê wê bi Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ên Rojhilata Navîn gerdûnî bibe.

Herçend pêdivî bi Yekîtiyên Neteweyî yên Demokratîk ên Herêmî heye, wekî din bi awayekî lezgîn pêdivî heye ku li şûna Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Dinyayê bê pêkanîn.

Ev yekîtiya ji dewletên netewe bihurî wê ji yekeyên neteweyî yên demokratîk pêk bê.

Aştiya dinyayê bi dewletên netewe yên ku çavkaniya şer in, pêk nayê.

Di heman demê de bi saziyên modernîteyê yên ku çavkaniya krîzan in, xweşhalî çênabe.

Previous Post

Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiya Sêfo hatin bibîranîn

Next Post

Ferda Çetîn: Pêvajo tenê bi temaşekirinê bi ser nakeve

Weşana girêdayî

39 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin
KURDISTAN

Baroya Wanê ji Wezaretê xwest kû biçe hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan

600 Malbatên din yên Êzîdî vegeriyan Şengalê
KURDISTAN

600 Malbatên din yên Êzîdî vegeriyan Şengalê

Nîlufer Koç: Divê demildest li ser bingehê Yekîtiya neteweyî gavên şênber bên avêtin
KURDISTAN

Nîlufer Koç: Divê demildest li ser bingehê Yekîtiya neteweyî gavên şênber bên avêtin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye