Bi diruşma “Sêfo qêrîna gelekî ku hîn nehatiye bihîstin û dozek e hîn li benda naskirinê ye” Partiya Yekitiya Suryanî ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo li bajarê Tirbespiyê meşek bi mûman li dar xist.
Beşdaran li pêşiya Dêra El Ezra ya li naverasta bajêr kom bûn û ji sûka navendî heta bi cihê peyker hatiye danîn meşiyan.
Li wir hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî ya Tirbespiyê, Faya Ardîş axivî û wiha got:
“Em li pey soza xwe ya ku me dane şehîdên komkujiya Sêfo ne.
Cîhan dizane ku Osmanî bapîrên Tirkên niha ne ku ev komkujî kirin û hîna jî bêdengiyeke navnetweeyî li hember vê komkujiyê heye.”



