Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dewam dike û encamên wê jî giran dibe.
Di encama vî şerî de hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe.
Duh jî tevahiya şevê êrişên her du aliyên ên li beramberî hev dewam kirin.
Hat ragihadin di êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de derdora 20 kes, û di êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de jî nêzî 70 kes hatine kuştin.
Sê roj in di navbera Îsraîl û Îranê de şerekî giran heye. Îsraîl bi balafirên şer û Îran jî bi fuzeyan êrişan pêk tînin.
Duh di tevahiya şevê de her du aliyan jî êrişên giran pêk anîn.
Balafirên şer yên Îsraîlê bajarên Tehran, Kirmanşan, Esfehan, Loristan, Huzistan, Hurmuzgan û Başûrê Azerbeycanê bombebarankirin.
Di van êrişan de navendên leşkerî, qadên xaza xwezayî û petrolê hatin hedef girtin.
Di êrişa Îsraîlê ya li ser Tehranê de nêzî 70 kes mirin
Hat ragihandin di êrîşa li ser Tehranê de nêzî 70 kes mirin, 20 ji van zarok in. Hat diyarkirin li paytextê ji ber bombebaranê teqînên mezin pêk hatine.
7 Fermandarên din yên payebilind yên Îranê hatin kuştin
Artêşa Parêzvanên Şoreşê ya Îranê, ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de 7 fermandarên din ên payebilind ên girêdayî Hêzên Hewayî yên Îranê hatin kuştin.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Îranê balafirên Îsraîlê îro balafirgeha Mehrebad ya Tehranê jî bombebarankirine.
Di êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê de nêzî 20 kes mirin
Li aliyê din Îranê jî bi sedan fuze avêtin bajarên Tel Avîv, Heyfa û Bat Yamê. Di van êrişan de gelek dever hatin bombebarankirin.
Hat ragihandin ku li Bat Yamê di êrîşa bi fuzeyan a li ser avahiyeke 10 qatî de, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî di bin kavilan de mane.



