Tomarkirina xwendekarên refên 9 ên minhacên Şamê roja Şemiyê ango 17 vê mehê bi dawî dibe.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê belavkirina kartên ezmûnên refê 9’an ên minhacên Şamê, giştî-nameyek ragihand.
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê di giştînameyê de diyar kir ku kartên ezmûnên refên 9’an ên minhacên Şamê wê di rojên 17 – 18 vê mehê de bên belavkirin.
Desteyê da zanîn ku kart dê li heman navendên tomarkirinê bên radest kirin û got divê xwendekar bi xw werin kartên xwe bigrin.



