Li dijî ambargoyê û girtina endamên şandiya Mexmûrê, gelê wargehê daketin qadan û bang li gelê Kurd kirin ku li Mexmûrê xwedî derbikevin.
Xelkê wargehê, tevger, rêxistinên jinan û ciwanan beşdarî meşê bûn.
Girseya meşê ji ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û li ber avahiya NY veguherî mîtîngê.
Li wir, dayika Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Edban Yilmaz ku hatiye girtin, Fadîle Yîlmaz axivî.
Fadîle Yîlmaz berxwedana 30 salan ya Mexmûrê bibîrxist û got:
“Ji roja hatine girtin heta niha ne dihêlin parêzer ne jî di hêlin malbat biçin wan bibînin.
Dewleta Iraqê dizane me ti carî zilm nepejirandiye û em ji ber zilmê penaber bûne.”
Fadîle bang li sazî û aliyên mirovî kir ku xwedî li gelê wargehê derkevin û di zûtirîn dem de zarokên wan bidin berdan.



