Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad a 7. bi hilbijartina hevserokan û 23 endamên meclisa giştî yên yekîtiyê bi dawî bû.
Ji bo hilbijartina hevserokên nû û hilbijartina 23 endamên Meclisa Giştî, dengdan bi nepenî pêk hat.
Piştî nav hatin ferzkirin, Idrîs Henan û Evîn Îbrahîm weke hevserokên nû yên YRA’yê hatin hilbijartin.
23 endam jî ji bo Meclisa Giştî ji tevahî kantonan re hatin hilbijartin.
13 endam ji kantona Cizîrê, 3 endam ji Helebê, 5 endam ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê û 2 endam ji kantona Firatê.
YRA’yê di encamnameya xwe de got, “Me kongreya xwe di wextekî hesas de ku Sûriyeyê di guhertinên mezin re derbas dibe li dar xist.
Bi rêya vê kongreyê, YRA’yê hewl dide rola xwe ya neteweyî û civakî li gorî berpirsiyariya xwe ya nûnertîkirina hemû civaka Sûriyeyê pêk bîne, çalakî û xebatên xwe li ser bingeha xizmetkirina hemû civaka Sûriyeyê berfireh bike.
YRA’ vê yekê li ser şopa şehîdên gotin û rastiyê dike.
Bi vê boneyê de em bi rêzdarî sembolên ragihandina azad, mamoste Seyîd Evran, Ezîz Koyluoglu, şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û Egîd Roj û tevahî şehîdên ragihandina azad, bi bîr tînin û soza xwe ya berdewamkirina rêça wan dubare dikin.”



