Medya fermî ya Îranê piştrast kir ku Berpirsê Îstixbaratê ya Artêşa Pasdaran a Îranê Mihemed Kazimî û Cîgirê wî Hesen Muheqîqî hatine kuştin.
Ajansa Tesnîm a Îranê û ajansa ÎSNA ya Îranê ragihandin ku Serokê Îstîxbarata Artêşa Pasdaran a Îranê Mihemed Kazimî, Cîgirê wî Hesen Muheqîqî û Fermandar Muhsîn Baqirî ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî got:
Me Berpirsê Îstixbaratê yê Artêşa Pasdaran Mihemed Kazimî û Cîgirê wî li Tehranê kuştin.
Netanyahu diyar kir ku êrişên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Îranê dikare bibe sedema guhertina desthilatdariyê û wiha anî ziman:
”Îsraîl ji bo gefên Tehranê hemû li ser xwe dide rakirin, dê her tiştê ku ji destê wî tê bike.”



