Duh bişev sîstema parastinê ya Amerîkayê, li asîmanê Hewlêrê balafirek bê mirov ya Îranê xistiye xwarê.
Tê gotin balafir dema li nêzî konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê difiriya hatiye xistin.
Li gorî agahiyên hatine standin, duh danê sibehê jî sîstema parastinê ya Amerîkayê, balafirek bê mirov li ser asîmanê Hewlêrê xistiye xwarê.
Hêjayî gotinê ye di şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, asîmanê Iraqê tê bikaranîn û ev jî fikarên li ser berfirehbûna şer zêdetir dike.
Şerê ku di 13’ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê destpê kirî, hîn jî dewam dike.



