Duh bi şev Îranê careke din bi moşekan êrişî armancên li hundirê Îsraîlê kir.
Êriş û aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de di roja 4’an de dewam dike.
Her du alî duh bi şev êrişî hev kirin û di encamê de gelek avahî hatin şewtandin, gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn..
Çavkaniyên Îsraîlî diyar kir ku Îranê bi moşekan êrişî Îsraîlê kir.
Di encama êrişê de li herêma Lachish 4 kes birîndar bûn, zirarên mezin bi 2 avahiyên li Heyfa bûn.
Ji aliyê xwe ve, Xizmeta Ambûlansê ya Îsraîlê anî ziman ku li hemû cihan di encama êrîşên dawî de 100 kes birîndar bûne.
Çavkaniyan anî ziman ku tîmên awarte yên Îsraîlê xebatên rizgarkirina welatiyan û nirxandina ziraran dikin.
Tîm li gelek herêman, ji bo rewşên awarte, di nava amadekariyê de ne.
Îranê êrişî şerîketa kehrebê ya Heyfayê û bargeha Til Avîvê kir
Li gorî Desteya Weşanê ya Îsraîlê, êrîşên Îranê li deverên nêzîkî kargeha Amonyakê li Heyfayê, Şerîketa kehrebê ya Heyfayê û bargeha Til Avîvê jî xistin.
Ji aliyê xwe ve, şîrketa ewlehiya deryayî ya Brîtanî Ambrey piştrast kir ku hêzên Îranê êrîşeke mûşekî ya balîstîk li ser binesaziya Bendera Hayfayê kirine.
Her wiha destnîşan kir ku agir li Şirîketa elektrîkê ya nêzîkî bendera bajêr hatiye dîtin.
Rojnameya Jerusalem Post ragihand ku ji destpêka êrîşên Îranê ve hejmara kuştiyên Îsraîlî gihîştiye 16 kesan.
Li gorî raporên medyaya Îsraîlê, di êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê de bi qasî 370 kes birîndar bûne.



