Serokkomarê Îranê Mesud Pizîşkiyan di parlamentoyê de peyamek da û balkêşa ser hewldanên jibo dewlemendkirina uranyumê.
Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ew dev ji bikaranîna enerjiya atomî bernadin û ew ji bo pêkanîna vê jî, ji kesê natirsin.
Mesud Pizîşkiyan got:
Mafê me heye ku em ji enerjiya atomî û lêkolînên zanistî sûdê wergirin, ji ber vê yekê mafê ti kesî nîne ku vî mafî ji me bistîne.
Em ji bo pêkanîna vî mafî rijdin û di oxira bikaranîna enerjiya atomî de tirsa me ji ti hêzî nîne.
Serokkomarê Îranê da zanîn ku ew ne alîgirên şer bûn û ne jî wan şer daye destpêkirin û ev bang kir:
Divê welatên misilman dijî zordariya Îsarîlê rabin, ji ber ku Îsraîl dixwaze welatên îslamê yek bi yek bike hedef.



