Endamên Partiya El Weten El Sûrî rola jinan di pirojeya Rêveberiya Xweser de erênî nirxandin.
Endamên Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya aştiyê û wekheviyê û got: “Jinan bi saya berhema têkoşîna xwe ya li hemberî zilmê cihê xwe di nava rêveberiyê de girtiye û bi têkoşîna xwe destkeftiyên şoreşê parastin.”
Jin di bin rejîma Baas de ji binpêkirin û dûrxistinê gelek êş kişand.
Jin di biryardanê de rol wê tune bû, ew tenê bi awayekî formî hebû.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li bajarê Reqa û Dera Zorê jin di bin êrişên DAIŞ’ê de bûn.
Lê Rêveberiya Xweser hat û ev rêxistin ji holê rakir û jin cihê xwe di biryardanê de girt û bû faktorek bi bandor.
Li ser vê mijarê Endamên Partiya El Weten El Sûrî axivîn.
Emîre El Îsa: Projeya Rêveberiya Xweser zihniyeta çewsandina jinan bi dawî kir
Di destpêkê de Emîre El Îsa diyar kir ku zihniyeta hezarê salan ya çewsandina jinan bi saya têkoşîn û berxwedana projeya Rêveberiya Xweser hate bi dawî kirin.
Emîra El-Essa destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser ji bo hemû jinên cîhanê îlham e.
Her wiha Betol Mihemed jî ragihand ku pêvajoya 14 salan ya Rêveberiya Xweser dide meşandin, mafê tevahî jinan paras û got:
Betol Mihemed: Rêveberiya Xweser mafê tevahî jinan parast
“Jinên Ereb li dijî hişmendiya eşîrî û kevneşopiyên ku statûya wan kêm dikin serî hildane.
Eger niha jin cihê xwe di fermandariyê de digire ev encama têkoşîna bi salan a li dijî neheqî û zordaran e.
Ev yek jî bi saya projeya Rêverbiya Xweser e.”
Kemîle Rece: Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt jin mafê xwe nasbike
Di dawiyê de Kemîle Rece jî bal kişand ser felsefeya Rêber Apo û wiha domand:
“Bi saya felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan jinan mafê xwe naskirin.
Rêveberiya Xweser jî ji bo piraniya jinan bû hêvî.
Jin dê têkoşîna xwe xurtir bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.”



