Derheqê Şandeya Kurd a Hevbeş ku wê biçe Şamê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê îro daxuyaniyek belav kir.Partiya Çep nerazîbûna xwe li hemberî şêwaz û awayê hilbijartina endamên şandeyê nîşan da û got ku dûrxisitina nûnerên wan ji vê şandeyê, neheqiyeke mezin e û ne adil e.
Partiya Çep di daxuyaniya xwe de dibêje ku wan di 13’ê gulanê de rexneyên xwe bo mekînzmeya lidarxistina konferansa Yekrêriyz Kurdî kirin, çimkî wan bi navê PYNK’ê xebat dikir, ne ku konferans di navbera du aliyan de were lidarxistin.
Partiya Çep got ku wan ev pêvajo derbas kir, lê belê bidûrxistina wan ji avakirina şandeyê neheqiyeke mezin e, bi taybet ku Partiya Çep xwedî hêz û hebûneke mezin di nava gel de ye.
Partiya Çep: Me piştgirî daye Rêveberiya Xweser û qurbaniyên me jî hene
Her wekî destnîşan kir ku wan ji destêka avakirina Rêveberiya Xweser de pir piştgirî û qurbanî dane û ev bidûrxistina wekî cezakirina partiyê li ser helwestên wê nîştîmanî û neteweyî ne.
Partiya Çep her wiha got ku bidûrxistina wan ji danûstandinên li gel Şamê ne dawiya têkoşîna wan e û bandorê li helwestên wê yên neteweyî û niştîmanî nake.



