Li Fransayê, pêşangeha balafiran tê lidarxistin û tê de balafir tên pêşandan.
Vê carê, ew beşê ku Israîl balafirê xwe datîne, ji hêla hikûmeta Fransayê ve hat girtin.
Li gor hikûmetê, nabe balafir û çekên êrişkar di wir de werin danîn, ji ber vê sedemê Parîsê ew beşa Israîlê girt.
Fransa ragihand ku ew beşa herçar şirketên Israîlê di pêşangeha Parîs a Esîmanî de digire, sedem jî nîşandan bombe û çekên êrişkdar ji hêla Israîlê ve ye.
Bi fermana Dewleta Fransayê biryar hat dayîn ku ev beşa Israîlê were girtin da ku çekên êrişkar werin rakirin.
Berî niha jî Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku cuhdahî di navbera heqê Israîlê yê parastina xwe û êrişên li dijî Îranê de heye.
Serokwezîrê Fransayê François Bayrou derheqê vê yekê de got ku nabe çekên êrişkdar di pêşangehê de hebin.
Her wiha destnîşan kir ku li Xezayê rewşeke mirovî ya xerab heye û Fransa xwest nîşan bide ku nabe çekên êrişkar di wê pêşangehê de cihê xwe bigirin.



