Malbatên girtiyan li pêş zindana Kefer Sûsê a li Şamê mêtingek li dar xistin.
Hêzên Ewlehiya Giştî a Hikumeta Sûriyê ya Veguhêz bi darê zorê mêting belav kir û li jinan xistin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê malbatên girtiyan li pêş zindana Kefer El-Sûsê mêtingek li dar xistin.
Malbatan xwestin ku zarokên çarenûsa wan bê eşkerekirin û werin berdan.
Lê belê tîmek ji hêzên ewlehiya giştî ket nava beşdarên mtêingê û ew îşkence kirin, gotinên nexweş ji wan re kirin.
Ji ber wê dinav de jin çend kes birîndar bûn.



