Dewleta Tirk a dagirker 48 caran herêmên Metîna û gundên Amêdiyê yên Duhokê bombebaran kir.
Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman ragihand ku herêmên Metîna û gundên Amêdiyê yên Duhokê 48 caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine topbarankirin.
Kameran Osman eşkere kir ku di nava 12 rojên borî de, êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê bi awayek berçav kêm bûbûn,
Artêşa Tirk dîsa dest bi anîna leşkeran kiriye û êrîşên xwe zêde kirine.



