Di êrişên dawî yên artêşa Îsraîlê de li deverên cuda yên Şerîda Xezayê de 63 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrîşî sivîlên ku li nêzîkî Xeta Tehliyekirinê ya li başûrê Xan Yûnisê li benda alîkariyê bûn, kiriye.
Daxuyaniyê ragihand ku di êrîşê de herî kêm 51 kes hatine kuştin û bi sedan kes birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku cenazeyên kesên ku hatine kuştin û birîndaran anîne Kompleksa Bijîşkî ya Nasser.
Di êrişên dawî yên Îsraîlê de 63 kes hatin kuştin
Wezaretê da zanîn ku di êrîşan de zêdetirî 200 kes birîndar bûne û herî kêm 20 ji wan di rewşek krîtîk de ne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku xizmetên lezgîn û yekîneyên lênêrîna giran ji kapasîteya xwe pir zêdetir dixebitin û xizmetên tenduristiyê bi çavkanî û dermanên pir kêm têne peyda kirin.
Wezareta Tenduristiyê banga xwe ji hemû saziyên têkildar re dubare kir ku alîkariya bijîşkî ya lezgîn bidin Xezayê.
Her wiha li gorî agahiyên ku ji hêla çavkaniyên tenduristiyê yên li herêmê ve hatine dayîn, artêşa Îsraîlê konên koçberan kiriye hedef.
Li herêma Mawasî ya li rojavayê bajarê Xan Yûnisê, dayikek û 3 zarokên wê hatine kuştin.
Herêma Burc el-Feysel li Deyr el-Belah a li navenda Şerîda Xezayê jî di saetên sibehê de ji aliyê hêzên Îsraîlî ve rastî bombebaranê hat.
Di encama êrîşê de jinekê hate kuştin.
Li heman herêmê, di êrîşeke li ser konên koçberan de 2 kes hatin kuştin.
Balafirên şer ên Îsraîlê li Kolana Salaheddîn a li navenda herêmê Filistîniyên ku li benda belavkirina alîkariyê bûn, bombebaran kirin.
Di êrîşê de kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê li ser malekê li Kampa Penaberan a Nuseyrat a li navenda Şerîda Xezayê de kesek hat kuştin.



