Yekîneyeke hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê 4 kes girtin û10 mal jî rûxandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku yekîneyeke leşkerî ya Îsraîlê şevê din li gundê Hemîdiyê yê Quneytîrayê 8 xanî bi hinceta ku nêzî baregeha wê ne, rûxandin.
Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 4 erebe, tevî leşker û çekan pêk dihat, ket gundê Semedaniya Rojhilat yê naverasta Quneytîrayê, piştî çend saetan malên gundiyan kontrol kirin û 4 kes girtin.
Îsraîliyan li gundê Semedaniya Rojhilat jî 2 xanî bi heman hincetê rûxandin.



