Sema Yuce ku sala 1998’an li girtîgehê bedena xwe da ber agir, di salvegera 27’emîn a şehadeta xwe de li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutaxê li ser gora xwe hate bîranîn.
Bîranîn li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutax a Agiriyê pêk hat û li gel endamên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajar û navçeyê, malbat û gelek kesên ji herêmê tevlî bûn.
Girseya gel destpêkê serdana dayika Sema Yuce Zennûre Yuce kir.
Piştre jî çû serdana gora Sema Yuce ya li goristana gund. D
ayik Zennûre Yuce ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tevlî merasîma li ser gor bibe.
Birayê Sema Yuce Fecrî Yuce li goristanê axivî û got,
“Têkoşîna demokrasî û azadiyê demeke dirêj e dewam dike.
Serdemên gelekî girîng derbas bûn. Her serdemê pêşeng û lehengên xwe afirand.
Hevala Sema jî yek ji lehengên serdema xwe bû.”



