Di bi dirûşmeya ” Em li ser bingeha azadî û wekheviyê Hevserokatiyê bi pergal bikin netewa demokratîk ava bikin”.
Îro li Bajarê Helebê bi pêşengtiya Kongira Star yekemîn car Konfiransa Sîstema Hevserokatiyê hat lidarxistin.
Konferans li hola Star layt ya ku li Şiqeyêf dikeve bi beşdarbûna 400 delege ji nûnerên Hevserokatiyên Meclîs, Sazî, Komîn, Şaredarî û Partiyên siyasî yên li her du Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate li darxistin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Endama Kordînasyona Kongirastar ya herêmê Bakûr û Rojhilata Sûriyê Şêraz Hemo ve hate kirin,
paşê perspektîfên derbarê Sîstema Hevserokatiyê de hatin xwendin.



