Rêveberiya Xweser dibêje ku wê ji bo çandiniya havînê, piştgiriya mazotê bide cotkaran.
Bi biryara Desteya Çandinî û Aboriyê, wê her aveke Pembo, 20 litre mazot ji bo donimekî bidin.
Li gor biryarê wê ji bo avadana her domnikekî sezbzeyên Havînê, 10 litre mazot bo cotkaran were pêşkêşkirin.
Her wekî wê ji bo çandinya darên berhmedar û yên zeytûnan, ji her donimekî re, 5 litre mazot were dayîn.
Desteya Aborî û Çandiniyê got ku wê komîteyên çandiniyê yên kantonan li gor rêbazê avadan û cûreyên bîran, tevdîrên pêwîst bigirin.



