Rêveberiya Xweser ragihand ku êdî deriyê qeydkirinê li pêş xwendekarên refa 12’an ên minhacên Şamê, vekirî ne.
Li gor Desteya Perwerdeyê wê 22’ê hezîranê tomarkirina dest pê bike û 27 mehê jî bi dawî bibe.
Li gorî daxuyaniyê ji bo xwendekarên ku xwe tomar nekirine kopiyek ji karta nasnameyê û belgeya refa 9’an pêwîste.
Gerek sala jidayîkbûnê 2007 be û yên dixwazin li herêma Rêveberiya Xweser ezmûnên xwe bikin, bila karta ezmûnê yan pela tomarkirinê yan jî copiyek ji wan bînin.
Desteyê got ku gerek xwendekar di dema tomarkirinê de, bi xwe amade bibe.
Desteyê cihên tomarkirinê diyar kir û got ku Rêveberiya Dibistanan li bajarê Hesekê, Peymangeha amadekirina mamosteyan û Yekîtiya Mamosteyan li bajarê Qamişlo.
Her wekî Desteyên Perwerde û Fêrkirinê yên Kantona Dêra Zorê, Reqa û Tebqayê.
Li Kantona Firatê jî rêveberiya dibistanan ya Sirînê.



