Serokê Partiya Tevgera Neteweperest-MHP’ê Dewlet Bahçelî derbarê şerê Îsraîl û Îranê de careke din got, armanca Îsraîlê dorpêçkirina Tirkiyê ye û têkbirina pêvajoyê ye.
Bahçelî ku rexneyên tund li Îsraîlê kir, diyar kir ew alîgirê aştiyê ne û got,
“Ti kes bi şer sernakeve, lê herkes bi aştiyê ser dikeve.
Divê di navbera Îran û Îsraîlê aştî û danûstandin bên kirin.
Bervevajî eger şerê ku li herêmê biqewime û belavî cîhanê bibe ti gel wê nikare ji binî derkeve.”
Bahçelî diyar kir êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê jî nîşandaye ku divê ew herdem şiyar bin û di nava tevgerê de bin.



