Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump got kontrola hewayê ya Îranê di dest wan de ye.
Medyaya Îranê jî diyar kir ku îranê li dijî Îsraîlê dest bi pêleke nû ya avêtina fûzeyan kir.
Medyaya Îranê ragihand ku Îranê li dijî Îsraîlê êrîşên nû yên moşekan daye destpêkirin.
Trump: Kontrola hewayî ya Îranê di dest me de ye
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump daxuyanî da û diyar kir ku ew li ser asîmanên Îranê xwedî kontroleke tam in.
Trump: Em dizanin Xamneyî li ku ye
Donald Trump têkildarî lîderê ruhanî yê Îranê Xamneyî jî daxuyanî dan.
Trump wiha got: “Em ê nehêlin Xamneyî derkeve derve. Ez dizanim lîderê ruhanî yê Îranê xwe li ku veşartiye. Em dizanin li ku derê ye. Ji bo me hedefeke rehet e. Û niha di ewlehiyê de ye. Em ê wî niha nekujin. Lê, sebra me dike biqede.”



