Şoreşger Ferhad Şiblî di 3’mîn salvegera Şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di bîranînê de Malbata şehîd Ferhad soza şopandina têkoşîn û riya wî dan.
Şoreşger Ferhad Dêrik sala 2022’an ji bo ji bo tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe.
Roja 17’ê Hezîrana 2022’an dema Ferhad Dêrik, li gel 3 hevalên li navçeya Kelar a girêdayî Silêmaniyê bû, balafirek keşfê ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker wesayîta wan bombebaran kir.
Di êrişê de şoreşger Ferhad Dêrik û 3 hevalên xwe şehîd bûn.
3 sal li ser şehadeta Ferhad Şiblî re derbas dibin.
Duh di salvegera Şehadeta xwe de şehîd Ferhad li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di bîranînê de dayika şehîd Ferhad axivî û got, Ferhad Dêrik li gel xebatên avakirina sîstema xweseriyê, bi nexweşiyan re jî têdikoşiya
Xwişka şehîd Ferhad, Daliya Şiblî jî soza şopandina riya birayê xwe de ku têkoşîna wî bidomîne.



