Serokê Ukraynayê Zelenskî bang li welatên G7 kir ku budçeyek salane ya 40 milyar dolarî ji bo piştgiriya Ukraynayê veqetînin.
Li gorî daxuyaniyek li ser malpera Serokatiya Ukraynayê, Zelenskî di rûniştinek bi navê “Ukraynayek Bi Hêz û Serwer” de ku di çarçoveya civîna lîderên G7 de li Kanadayê hate lidarxistin, axivî.
Zelenskî diyar kir ku ji bo pêşîgirtina bi bandor a êrîşên Rûsyayê, ew hewceyî pergalên parastina hewayî yên bêtir in.
Her weha destnîşan kir ku divê ev pergal li Ukraynayê werin hilberandin.
Zelenskî bal kişand ser wê rastiyê ku ne tenê Ukrayna, lê di heman demê de divê qebiliyetên parastinê yên welatên G7 jî werin zêdekirin.
Zelensky diyar kir ku Rûsyayê hemû pêşniyarên agirbestê red kirine û got “Dîplomasî niha di krîzekê de ye.”
Zelenskî destnîşan kir ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Trump divê zextê li Rûsyayê bike da ku şer bi dawî bibe, û bang li hevalbendan kir ku beşdarî vê pêvajoyê bibin.



