Li rojhilatê Endonezyayê çiyayê bi volkan teqiya.
Ji ber vê seferên çûn û hatinê yên balafiran hatin betalkirin.
Ji hêla rêveberiya balafirgeha Endonezyayê daxuyaniyek hat dayîn.
Hat ragihandin ji ber teqînê balafirgeha navneteweyî yê welêt hatine betalkirin.
Hêzên hewayî yên Endonezyayê Air Asia jî gelek seferên navxweyî betal kirin.
Volkana Laki-Laki ya du-konî ya Lewotobi duh teqiya, xwelî 10 kîlometreyan ber bi hewayê ve şand.
Ewrê xweliyê yê bi şiklê kivarkê ji volkanê ji bajarekî nêzîkî 150 kîlometreyan dûr ve xuya bû.
Ji ber çalakiya volkanîk li herêmê rewşa awarte hat ragihandin û gundên nêzîkî volkanê ji ber belavbûna xweliyê li deverên derdorê hatin valakirin.
Li Endonezyayê, ku di erdhej û kembera volkanîk a “Çerxa Agir a Pasîfîkê” de ye, 130 volkanên çalak hene.
Dema ku Volkana Lewotobi Laki-Laki di Mijdara 2024’an de teqiya, neh kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.



