Serokê Fransayê Macron, dixwaze destpêşxeriyeke Ewropî bide destpêkirin.
Ev yek jî bi armanca dawîanîna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ye.
Macron ji wezîrê xwe yê karên derve xwest ku bi lezgînî koordînayê bi tevkarên Ewropî re bike.
Emmanuel Macron dixwaze destpêşxeriyekê bi koordînaya hevkarên Ewropî bide destpêkirin.
Da ku pêşniyara çareseriyê ya bilez a ji bo dan û standina dawînanîna şerê Îsraîl û Îranê bê kirin.
Di civîna Meclisa Parastinê û Ewlehiya Netweeyî ya li Qesra Elysee Macron Axivî.
Macron fikarên xwe li hember êrişên Îsraîlê anîn ziman.
Her wiha fikarên xwe li hember hejmara zêde ya qurbaniyên sivîl ên Îsraîl û Îranê jî nîşan dan.
Macron di civînê de xwest ku pêwîstî bi danîna planeke lez a ji bo van êrişên leşkerî heye.
Her wekî ji wezîrê karên derve xwest hemwelatiyên Fransî yên li Îran û Îsraîlê bêne derxistin û bi tedbîrên pêwîst.



