Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan şerê di navbera Israîl û Îranê de û rewşa kurdên Rojhilat di vê pêvajoyê de nirxand.
Duran Kalkan got ku gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji bandora şerê tê kirin, yê herî baldar e.
Di heman demê de divê rêxistin û partiyên kurdî yekîtiya xwe xurt bikin û siyaseteke neteweyî bimeşînin.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan di hevdîtina xwe ya li gel Medya Haber TV de bandora Şerê Israîl û Îranê li ser herêmê bi giştî û li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî nirxand.
Dûran Kalkan anî ziman ku sîstema modernîteya kapîtalîst a global Îsraîlê weke hêza lêdanê bi kar tîne û dixwaze avaniyên siyasî hemûyan ên li Rojhilata Navîn piştî sala 1917’an hatin avakirin û xwe dispartin Yekîtiya Sowyetan, tasfiye bike.
Kalkan diyar kir ku divê gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê li pêvajoya şerê Îsraîl-Îranê de rêxistin û yekîtiya xwe xurt bike û wiha got:
Dûran Kalkan: Divê Kurdên Rojhilat siyaseteke neteweyî bimeşînin
Gelê kurd li Îranê di pêvajoya şer de gelê herî baldar û berpirsyar e.
Em bang li tevgerên Kurd dikin ku ji bo di vê rewşa şer de bi serketî derkevin ‘Li dora kongreyê yekîtiya neteweyî’ kom bibin.
Civak li hemberî şer divê ewlekariya xwe misoger bike.
Piştevanî û jiyana bi hev re xurt bike.
Lê belê heta jê tê divê nekeve nava tiştên bi vî rengî yên şer.
Divê bi baldarî tevbigere.
Ji xeta pêşketina demokratîk a neteweyî divê ti carî xwe venegire.
Divê yekîtiya xwe ya gel biafirîne, rêxistiniya xwe biafirîne. Li ser bingeha afirandina rêveberiya demokratîk a hevpar bi gelên Îranî re têkiliyê û tifaqê dîne.”
Dûran Kalkan: Kurdên Rojhilat alîgirê aştiyê ne
Dûran Kalkan da zanîn li hemberî zextên rejîma Îranê heta niha li ber xwe daye.
Ji bo pêkanîna demokratîkbûnê jî zemîn timî guncaw kiriye û wiha dewam kir:
Gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê nîşan da ku ew alîgirê tundî û lêdanê nîne.
Sekna civaka Kurd a li Rojhilat sekneke baş e.
Yanî ne ji jiyana azad cudatir tiştek qebûl kir, di jiyana azad û bidestxistina mafên xwe yên demokratîk de israr kir, dema ku pêwîstî pê hebû bi berxwedanê helwesta xwe nîşan da, lê ji bo ev yek bi rêyên demokratîk û siyasetê pêk were gelekî hewl da.
Niha jî helwesta rast ev e.
Dûran Kalkan: Eger Tirkiyê xwe demokratîk neke wê wek îranê lê were
Duran Kalkan di nava axaftina xwe de banga li hemû tevger û rêxistinên kurdî kir ku di çarçoveya pîvanên welatparêziyê de siyaseteke neteweyî bimeşînin.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye jî ne li derveyî vê yekê ye û got:
“Wê sekna heyî ya Tirkiyê qebûl nekin.
Wê hîn bêhtir bixin binê mêtingerî û zextê…
Bidawîkirina van xeteriyan tenê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê dibe.
Di bingeha vê de jî azadiya Kurdan heye. Azadiya Elewiyan, jinan…
Bi rastî jî divê mirov Tirkiyeyê bike welatekî azadiyan.
Eger bi vî rengî bibe wê hingî li ser piyan bimîne, wê bibe hêzek.
Rêyeke din a vê nîne. Eger ev nebe ya wê teslîmî hegemonya Îsraîlê bibe yan jî li hemberî wê şer bike. Rêyeke din a sêyemîn nîne.”



