Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur bi gelek roketavêjan zêdetirî 10 mûşek avêtin Deryaya Zer.
Her wiha Koreya bakur di salvegera peymana hevkariya stratejîk bi Rûsyayê re peyamek da.
Koreya Bakur dibêje tifaqa wan bi Rûsyayê re bi hêze û di gelek aliyan de hevkariyan wan heye.
Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur bi gelek roketavêjan zêdetirî 10 mûşek avêtin Deryaya Zer.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Yonhapê ku li ser daxuyaniya Serfermandarên Hevbeş ên Koreya Başûr hatiye weşandin, Koreya Bakur bi roketavêjan agir barandiye.
Koreya Bakur bi gelek roketavêjan ji herêma Sunan a nêzîkî paytext Pyongyangê zêdetirî 10 mûşek avêtin Deryaya Zer.
Rojnameya Chosun ragihand ku tê texmînkirin ku Koreya Bakur roketavêjan 240 mîlîmetre bikar aniye û mûşekên balîstîk neavêtiye.
Ev wekî ceribandina yekem a mûşekan a rêveberiya Pyongyangê ji dema ku Lee Jae Myung di 4’ê Hezîranê de bû serokê Koreya Başûr hate tomar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ceribandinên mûşekan piştî ku Koreya Başûr duh bi armanca “hevkariya ewlehiyê ya sêalî li dijî gefên Koreya Bakur” tetbîqatek hewayî ya hevbeş bi DYA û Japonya re lidar xist, hatin kirin.
Koreya Bakur: Tifaqa me bi Rûsyayê re bi hêz e
Koreya Bakur di salvegera peymana hevkariya stratejîk a berfireh de ku bi Rûsyayê re îmze kir, teqezî li ser “saxlemiya” hevpeymaniya di navbera her du welatan de kir.
Peymana hevkariya stratejîk a berfireh di navbera hikumeta Pyongyang û Rûsyayê de di Hezîrana 2024’an de hatibû îmzekirin.
Rojnameya The Korea Herald ji ber vê tifaqiya her du welatan gotarek weşand.
Di gotarê de hat diyarkirin ku ev peyman “rûpelek nû” ye ji bo dostaniya di navbera Koreya Bakur û Rûsyayê de û bi zelalî saxlemiya mutleq a têkiliya hevpeymaniyê di navbera her du welatan de nîşan dide.
Di gotarê de beşdariya leşkerên Koreya Bakur di Şerê Rûsya-Ukraynayê de wekî sepandinek mînakî ya peymanê hate nirxandin.
Her wiha rojname di warên aborî, dîplomasî, perwerde, tenduristiya giştî û hunerê de bal kişand ser hevkariya zêde ya di navbera her du welatan de.
Têkiliyên Koreya Bakur û Rûsyayê
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihandibû ku peymana hevkariya stratejîk a berfireh wê di Kanûna 2024’an de bikeve meriyetê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev peyman alîkariya leşkerî ya hevbeş di rewşa êrîşek li ser yek ji aliyan de pêşbînî dike û dê beşdarî avakirina pergalek ewlehiyê ya yekpare û rêzek cîhanî ya piralî li herêmên Bakur-rojhilatê Asyayê û Asya-Pasîfîkê bibe.
Servîsa Îstîxbarata Neteweyî ya Koreya Başûr (NIS) ragihand ku Koreya Bakur ji bo şerkirina li Ukraynayê zêdetirî 15 hezar leşker şandine Rûsyayê, ku nêzîkî 600 ji wan mirine û nêzîkî 4 hezar leşker jî birîndar bûne.
Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Sergey Shoygu ragihand ku wî biryar daye ku 5 hezar yekîneyên avakirinê bişîne herêma Kurskê da ku piştgiriyê bide hewldanên ji nû ve avakirina Koreya Bakur.



