Li seranserî cîhanê bobelatên xwezayî rû didin.
Li Japonyayê erdhejek bi hêza 6,1 pîleyî pêk hat.
Her wiha li başûr-rojavayê Meksîkayê bahoza Erick rû dide. Hat ragihandin bahoz gihiştiye asta 4’an a xeternak.
Li Brezîlyayê jî ji ber barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana xelkê kir.
Li peravên Hokkaido li bakurê Japonyayê erdhejek bi hêza 6.1 pileyî çêbû.
Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê, erdhej li Nîvgirava Nemuro li başûrê rojhilatê Hokkaidoyê di saet 8’an de bi dema herêmî çêbû.
Erdheja bi hêza 6.1 pileyî di kûrahiyek pir kêm de hat tomarkirin.
Li gorî televîzyona dewletê NHK’yê, piştî lerzê ti raporên mirin an birîndarbûnê nehatin dayîn.
Ajansê ragihand ku erdhej dikare bandorê li asta avê li peravên rojhilatê Pasîfîkê yên Hokkaidoyê ji 20 santîmetreyan kêmtir bike.
Li Meksîkayê bahoza erick gihiştiye asta 4’an a xeternak
Her wiha li başûr-rojavayê Meksîkayê bahoza Erick rû dide.
Hat ragihandin ku Bahoza Erick, gihîştiye kategoriya 4’an a “pir xeternak”.
Daxuyaniyek ji Navenda Bahozên Neteweyî ya Amerîkayê destnîşan kir ku Bahoza Erick wê li başûrê rojavayê Meksîkayê û derdora wê baranên zêde çêbike.
Di daxuyaniyê de hat gotin dibe ku şemitîna axê û lehiyên ku jiyanê tehdît dikin çêbibin.
Rayedarên Meksîkayê hişyarî dan ku bahoz dikare bandorê li başûrê rojavayê welêt, bi taybetî bajarê Acapulco û herêma Puerto Angel bike.
Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum di peyameke vîdyoyî de teqez kir ku hemû çalakî li herêmê hatine rawestandin û bang li gel kir ku li malê an jî di stargehan de bimînin.
Li Brezîlyayê ji ber barana zêde 2 kes mirin
Her çend bandorên bahoza Erick li Meksîkayê jî têne dîtin, barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana li Brezîlyayê jî dike.
Rayedarên eyaleta Rio Grande do Sul a Brezîlyayê ragihandin ku ji ber barana zêde zêdetirî 2 hezar û 600 kes neçar man ku herêma xwe biterikînin.
Rayedaran diyar kirin ji ber barana zêde elektîrîk qut bûn, şemitîna axê rû da û hin pirr hilweşiyan û di encama wan de jî 2 kes mirin û kesek jî winda ye.



