Li gundewarên Serê Kaniyê, çeteyên dewleta Tirk desdirêjî li jinan kir.
Eşîra Edwan ev yek qebûl nekir û di navbera wan û çeteyan de şerekî dijwar çêbû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR’ê diyar kir ku li gundewarên Serêkaniyê ya dagirkirî şer di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û eşîra Idwan de derket.
SOHR’ê da zanîn ku şer piştî destdirêjiya li dijî jinan derketiye.
Heta dema amedekirina vê nûçeyê jî şer hebû.



