Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyê 7 balafirên bêmirov û moşek yên Îranê xistin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku ev balafir û mûşek li gundewarên Qunyetira, Deraa û Siwêdayê hatine xistin û bermahiyên wan hatin dîtin.
Navendê da zanîn ku di nava 3 rojan de, Îsraîlê zêdetirî 20 balafirên bêmirov yên Îranê li esîmanê başûrê Sûriyê xistine.
Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytirayê bendeke kontrokê danî
Hevdemî wê artêşa Îsaîlê li têketina bajarokê Cebata Xeşeb ê li bakurê Quneytîrayê bendeke kontrolê danî.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku îro hêzeke artêşa Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan û nêzîkî 15 leşkeran pêk dihat, ket bajarok.
Li gorî SOHR’ê, hêzên Îsraîlê duh li gundewarên Quneytîrayê rêzeoperasyonên bejahî pêk anîn û hemwextî wê liv û tevgereke zêde ya balafirên şer ên Îsraîlê hebû.



