Duh êvarî dironek bi nizmî di ser wargeha Mexmûrê re derbas dibû û piştre li nêzî wargehê 300 metran kete xwarê.
Diron îro ji aliyê leşkerên Iraqê ve hate teqandin.
Hate zanîn ku diron îro hatiye dîtin û hêzên Iraqê di cih de berê xwe dan cihê bûyerê.
Diron di saetên danê nîvro de ji aliyê leşkerên Iraqê ve, bi awayek kontrolî hatiye teqandin û tinekirin.
Heta neha nehatiye zanîn ev diron girêdayî kê ye.



