Çalakiya nobetê ya Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 701’an de bi koma 137’an bi isarar didome.
Merasîmê dewre girtinê, bi beşdariya xelkê wargehê û çalavanan li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 137’an Yusif Nêrwehî axivî.
Yusif berxedana li Îmraliyê silav kir û got:
“Raste hevdîtin bi Rêber Apo re tê kirin lê ev nayê wê wateyê ku em dest ji çalakiyên xwe berdin.
Ji ber ku armanca me ya serke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
piştî axaftina çalakî bi durişmeyan dewr hat girtin.


