Li bajarê Hesekê, Hêzên ewlekariya Hundirîn 10 kes bi sûcê bikarnaîn û bazirganiya narkotîkê hatin girtin.
Li ser mijarê navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariyê daxuyaniyek da û got:
“Di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên narkotîkê, hêzên me bi hevkariya hêzên taybet, oprasiyoneke taybet li bajarê Hesekê lidarxist.
Oprasiyon piştî, komkirina gelek belgeyan û şopandinek domdar pêk hat.
Di encama oprasiyonê de 10 bazrgan û bikarhînerên narkotîkê hatin girtin.”
Navendê destnîşan kir ku di encama oparsiyonê de jî, gelek madeyên narkotîkê, amûrên bikaranîna wê, çek û cibilxane hat desteser kirin.
Di dawiyê de, Hêzên Ewlekariyê teqezkir ku ji bo tunekirina vê nexweşiyê di nava civakê de, ew têkoşîna xwe heta dawî bi domîne.



