Şaredariya Gel a Hesekê bi armanca birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê li hundirê bajêr û hêsankirina tevgera welatiyan geracên veguhastina navxweyî yên ku li tevahî bajêr belav bûbûn, kirin yek.
Rêvebera beşa trafîkê ya Şaredariya Gel a Hesekê Nalîn Bedirxan diyar kir ku 33 xetên çûn û hatinê yên navxweyî li bajêr hene, û pêwîst bû navendeke yekgirtî ji bo wan were avakirin da ku veguhastin û tevgera navbera taxan hêsantir bibe û karûbarê xizmetguzariyê baştir bibe.
Diyarkirina cihê geracê ne bêserûber bû, lê li gorî pêşniyarên welatiyan û hewcedariyên wan hat destnîşankirin.



